• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Jîr Jan Amedî
jirjanamedi@gmail.com
PENÛS
21/02/2026

Xame guhê xwe mûç, çavê xwe beliqandiye û amadeye ku bejna xwe li benda çend gotinên xama bitewîne; xwe gavekê bigihîne xwezeya xwe û serê xwe bi ser rûpela spî de xwar bike. Lê belê çi fêde dest ji nivîsê re xam e. Ew hestên ku di rengê bûkanî û xamek de dibişkivîn, niha di dilê xamevanê xamar de di xamoşîyeke kûr û dûr de ne… 

 Xame dizane ku sedema jiyanê peyv e. Dizane ku ziman tehma xwe ji xwarinê xweştir, bi gotinê bikar tîne. Dizane ku nivîs fêkîye, bes raman vîtamîna gotinê ye. Ekla herî xweş di marîfeta zanebûna gotinê de ye. De îca fermo bibejê heyran, kî xam e kî xulam e? 

 Xame dizane, ” ku ji şûr jî tûjtire”. De ewê zimanê kî bibire û ji kîjan zarokên berşîr re bibe pêsîra bişîr. Xame dizane dema were zimên ewê rûyê kaxizê sipî geş û xweş bike. Bi reşbûna kaxizê sipî re ewê rûyê mirovahî sipî be. Şîrê qelemê peyv e. Peyv berdevka jiyanê ye. Weke yara li benda çend peyvên rûgeş û dilnerm, pênûs li benda nivîskar sekiniye. De ka bêjin peyv çi ye? 

Çawa ku çav, guh, -bi amûreya tehmê- ziman, hest peyva jiyanê digihînin mêjiyê mirov, herwisa mêjî, peyv û pênûsê dike amûrên ragihandinê. 

 Xame, amûrek ji amûrên nivisêye. Li gelek deveran jê re dibêjin pênûs, pênivîs, qelem. Bi rastî dema weke amûreke nivisandinê bê dîtinê, jixwe navê wê li sere ye û gotina pênûs an pênivîs pir pê dikeve. Îca gelo ji bo nivîskarek jî wusa bi hêsanî mirov dikare bêje amûrek ji amûrên nivîsêye û wîsa bihêle? 

Ji dema gotin bûye amûra ragihandina navbera mirovan vir de, qelem jî pê re watedar bûye û asta wê roj bi roj di jiyana mirovahîyê de girîngtir dibe. Di dema îroyîn de cur be cur amûrên nivîsê hene. Ji qelemên textik heya keybordên kompîtera. Ji pênûsên reng bi reng heta telefonên desta hema her tişt ji bo nivisandinê amûreke. 

 Bi her awayî em dikarin bibêjin ku qelem jiyan bixwe ye. Wêneyên dadê û bavo ye di zarokatî de qelem... Hestên herî pêşî, yên xortaniyê… Evîn e… Kîn e… Bîranîne... Carina di destê dadrês de qedera reş… Carina nûra xwedê, carina tariya bela ; Her tim xelasiya gela ye… Belê mixabin; qelema min di vir de sekinî… Dilopek xwîn niqutî nav pênûsa min û dîlê minê xemgîn êdî westiya di bin tiraliya pêçîkên min de. 

 Nabe, nesekine ez xulam. Dizanim hibra pênûsê jî wek xwîna dil bi kele kele. Gere avên deryayan hemû bibin hibir û daristan hemû bibin pênûs. Gere tu binivisînî. Binivisînî da ku, bizanibî ew çi ye û ev qudreta nivisê ji kuderê te… Gere tu binivisînî ku tu xetere û kêmasiyên xwe baş bibînî û ji wan dûr bikevî. Wan bibînî û bi mirovan re parve bikî. Ger hibra te biqede, rake pênûseke din. Qelema te ko bibe ji nûh ve tûj bike. Hestên te ko bibe qelama xwe bîne bîra xwe. 

 Ma xwendin bê nivîs dibe? Ma nivîs bê xwendin dibe? De werin em van pirsan ji hev biqetînin. Fermana Xwedê ya herî pêşîn “xwendine”. Belê… Bixwîne! Bixweyîne!… Xwe bixwîne! Darû daristana bixwîne! Kanî û çema bixwîne! Çol û kevira, çivîk û hespa, rovî û tajiya… 

Çaven yara xwe, xal û xetên li ser eniya dayîka xwe bixwîne… Sitûna mala xwe, birçîbûna zikê birçiya… Agirê kuçik, yê tenûrê, yê newrozê, yê ku ketiye daristanên welatê te bixwîne. Deste bavê xwe yê cedewgirtî, ken û giriyên cîranên xwe, leysikên zarokan bixwîne… Dilê xwe bixîne. Dilê xweyê bixwîn bixwîne. Emrê xwedaye; Bixwîne. farmana pêşîn û dawîne, bixwîne... 

Hêvî, bawerî, çaşakiyan bixwîne. Xwendin rabûna ser piyane. Rabe, bixwîne... 

 Di rêza jorhatinê de surata duyem, ya Qur-ana Xweda sureta qelem e. 

 “Nûn, welqelemî we ma yesturûn…” Belê “Nûn û sond li ser qelemê û rêza (rêze rêza nivîsan)…

” Zimanê mêjî, berdevkê hestê mirovane qelem… Xulamê zalim û dagirkeran... Neyarê herî mezinê bêçareyan. Agirê deve hût û hovane qelem… 

 Şûrê destê bêkesan… Stêrka şevînên şivanan. Heyva ezmanan. Hineya destê bûk û zavayan. Lîztîkvanê peyva. Rêberê rêwiyên li çola wendabûyî. 

 Birûska çavên te ye qelam, ku di pişta neyar de birq dide û taqeta wî dişkêne… Xame ye qelem, xama ye… 

 Nivîs ji bo mirovahiyê diyariyeke pir girînge. Dema fikr û raman bi zimanê şêrîn bên ziman, ewê bêguman tehmek xweş bistînin guhdar û xwendevan.

Jîr Jan Amedî 

Jirjanamedi@gmail.com

Pênûs - Amîda Kurd




45 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Mülteciler ve Uluslararası Koruma Rejimindeki Ayrımcı Uygulamalar - 18/03/2026
Bürokrasinin bir terör biçimine dönüştüğü, hukukun ise bu terörü meşrulaştıran bir araç haline geldiği bir durumdan bahsediyorum. BM ve AİHM kararları dahi, bu devasa makinenin çarklarını durdurmakta çoğu zaman yetersiz kalmaktadır.
Devletsiz Milletler Nezdinde BM ya da Sessizliğin Kurumu - 18/03/2026
Kuruluş vaadi halkları korumaktı ama devlet egemenliğine mahkum olan BM, mazlumların feryadını duymayan bir kulübe dönüştü. Kanı durduramayan, bütçesini mağdurların vergileriyle finanse eden bu yapı, zalimlerin kapısında bekleyen bir figüran gibi
Li ser rêdîtineke çareseriya pirsgirêka Kurdistan - 14/03/2026
Ji bo Konferansa Îslamê Ya Kurdîstanî
EINE BETRACHTUNG ÜBER GRENZEN - 04/03/2026
Alles, was durch etwas anderes existiert, ist notwendigerweise begrenzt – denn Abhängigkeit bringt eine Grenze mit sich. Nur das, was aus sich selbst ist, trägt sein Maß in sich. Liebe aber gründet nicht im Außen: Sie ist ihre eigene Quelle, ihre eig
EINE BETRACHTUNG ÜBER GRENZEN - 04/03/2026
Alles, was durch etwas anderes existiert, ist notwendigerweise begrenzt – denn Abhängigkeit bringt eine Grenze mit sich. Nur das, was aus sich selbst ist, trägt sein Maß in sich. Liebe aber gründet nicht im Außen: Sie ist ihre eigene Quelle, ihre eig
Hêza Metaforan An Jî Di Şibandinê De Şaşiyeke Mezin Heye - 02/03/2026
Metaforên nav malbatî û jiyana civakî jî zor girîng in. Akademîsyen ji bo xwendekarên xwe divê metaforên qenc bikar bînin. Rêvebir, ji bo serwextkirina xebatkar û rêxistinên ku rêveberiya wan dikin divê metaforên rast bikar bînin.
Di navbera tiralî û çalakiyê de: Hêvî - 02/03/2026
Lê xizanî, ji mere zêdeyî şermê tu tiştekî nehiştibû.
Binasaziyên veşartî yên hişê me : Endezyarên civakê û Metafor

 - 02/03/2026
Dema em gotineke nuh bibihîsin, li hemberî her buyerê ku em rast tên, em neçar in ku bertekên rast bidin. Ku ne wisa be,  binesazên jiyana me, wê weke xwe jiyana me lihev bînin. Heke em bibin mirovên  din, em ê tu carrî  nebin xwe, ango ‘ez’a deq. He
DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN - 02/03/2026
DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN
 Devamı